Karaogluyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li quntara çiyayê Erciyesê 170 donim erazî kiriye û cotkariyê dike.
Karaogluyê got ku li ser 80 donim eraziyê xwe ewil sêv çandiye, li ser 25 donim erazî jî hirmî çandiye û wiha dewam kir: "Lê mixabin kurm ketin hirmiyên min û ez mecbûr mam ku darên wan ji kokê derxim. Paşê min dît ku ji bo vê axê fêkiya herî baş zebeşê Diyarbekirê ye. Ez piçek dereng mam, lê dîsa jî min li ser 25 donim eraziyê xwe zebeşê Diyarbekirê çand û ez bi ser ketim."