Necmettin Karaca
20 Hezîran 2022•Rojanekirin: 22 Hezîran 2022
Li quntara Çiyayê Sîpanê ya di navbera sînorên Wan, Agirî û Bidlîsê da ye di nav golan da nîlûfer vebûn.
Nîlûferên di golan da vebûn merivan heyran dihêlin.

Endamên Komaleya Wênekêşên Gerdûnî hatin herêmê, tulimên xwe li xwe kirin û ketin avê û dîmenên kulîlkan kişandin.

Mamoste Emîne Galîç Şengozê got ji bo kişandina wêneyên kulîlkan ew bi hevalê xwe va hatiye û wiha axivî: "Nîlufer sipî çîl in û pir xweşik in. Li quntara Çiyayê Sîpanê dîmeneke bêhempa nîşanî me didin. Me eqsa wan a li ser avê kişand. Em benda hemû siruşhezan in ku bila werin."

Yusuf Çelîk jî got ji bo wênekêşan ev der cihekî gelek baş e ku bila ew bên vê derê.