Li Şanliurfayê (Riha) ji welatiyên ku bi rêya "Xeta Elo Fitar"ê ve xwarinê dixwazin re bi awayekî belaş xwarina fitarê tê şandin.
Şaredariya Xelîliyeyê ji bo welatiyên ku di meha remezanê de nagîjin ser sifreya fitarê dest bi "xizmeta xwarina fitarê" kir.
Şaxa ku di bin banê şaredariyê de hat avakirin bi nimroya "444 22 63"yê ve 24 saetan xizmetê dide û xwarina germ digehijîne welatiyên ku xwarina fitarê teleb dikin.
Şaredar Fevzî Demîrkol di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de destnîşan kir li Rihaya ku navendeke gîrîng a tûrîzma baweriyê ye meha remezanê bi coş û kelecaneke cuda ve tê hîskirin.
Demîrkol bal kişand ku ew hewl didin ku bi welatiyên ku nagîjin ser sifreya fitarê, li mala wan xwarina fitarê bidin xwarin û ji bo vî jî wan ekîbeke ku ji 15 kesan pêk tê, wezîfedar kir.
Demîrkol diyar kir ku ew ji hemû kesên ku di vê çarçoveyê de li wan digerin re xwarina fitarê dişînin û wiha pê de çû:
"Hewce be û nebe jî heger welatiyên me yên ku derfetên wan tunebe ku xwarinê çêkin, em di vê meha mibarek remezanê de ji wan re xwarina germ dibin. Yekane pîvana me ew e ku divê derfetên wî ji bo çêkirina xwarinekê têrê neke. Ez ji personelê xwe yê ku piştgiriya vê organîzasyonê dikin re jî spas dikim. Wezîfeya me ew e ku xelk diayekî li me bike."