Önder Beyter
07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 08 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
5 TIR alavên alîkariya mirovî yên ku li bajarê Rihayê hatin berhevkirin, ji bo kesên desteng ên li herêma Efrînê ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji terorê hat paqijkirin, hatin şandin.
Bi minasebeta verêkirina TIRên alavên alîkariyê ku bi pêşengiya Platforma Alîkariya Mirovî ya Şanliurfayê û bi hevkariya dem û dezgehên qamûyê va hatin berhevkirin, li taxa Yenîceyê li baxçeyê embarê merasimek hat lidarxistin.
Serokê Platformê Osman Gerem di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir, TIRên ku wan ber bi Sûriyeyê verê kirin, wê ji bo birînên birayên wan ên Sûriyeyî ku li welatê xwe dikevin ber dasa şer, zilm û xelayê, bibin bereketa ser sifreyê û dê dilê birayên wan ên Sûriyeyî xweş bikin.
Gerem ji bo piştgiriya wan, sipasiya Şaredariya Bajarê Mezin, Şaredariya Eyubiyeyê, Şaredariya Karakopruyê, Şaredariya Xelîliyeyê û Miftîtiya Parêzgehê kir û wiha got, "Em zehf xweşhal in ku em vê qencî û xweşiyê ji birayên xwe ra dikin. Rebê me bira azmûna xwîşk û birayên me yên li wê derê asan bike, bira wan ji vê zilm û qetlîamê xilas bike."
Serokê Yekîtiya Rojnamegeran li Rihayê Veysel Polat jî diyar kir ku ew li Rihayê 500 hezar xwîşk û birayên xwe yên Sûriyeyî diezimînin û nanê xwe bi wan ra parve dikin. Polat diyar kir ku xelkê Rihayê xelkekî xêrxwaz e û loma jî piştgiriya berhevkirina alavên di vê kampanyayê da kirin.
Piştî diayê Miftiyê Parêzgehê Îhsan Açik, TIR ber bi Sûriyeyê bi rê ketin.