İbrahim Atmaca
24 Mijdar 2019•Rojanekirin: 25 Mijdar 2019
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germa herî kêm di bin sifrê da bi 13 pileyî va li Erdexanê hat pîvan.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê kêmewrayî û piştî wextan pirewrayî be.
Serê sibê qeşa û cemed û cî bi cî xumam tê payîn, germ wê li gor şertên demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm di bin sifrê da li Erdexanê 13, li Agiriyê 9, li Îdirê 6, li Erzirom û Qersê 5, li Tunceliyê 3, li Erzincanê 2 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Tunceliyê 14, li Erzincanê 10, li Agirî û Îdirê 9, li Erdexan û Erziromê 8, li Qersê jî 7 pile tê payîn.
- Qers
Li Qersê ji ber sermayê ser dar û beran û qirş û qalan, camên wesayîtan qiravî ket, hin welatiyan betanî û brande li wesayîtên xwe wer kirin.
Li navçeya Sarîqamîşê serê sibê ji ber mijê meriv ji 10 mêtreyî zêdetir nikaribû pêşiya xwe bidîta. Wesayît û rêwî hêdî hêdî çûn û hatin, hin kanî qerimîn.
Ava Newala Acisuyê ji ber sermayê bi temamî qerimî.
Li Erdexanê jî mij û xumam çêbû û serma serê sibê jî hebû û merivan tengasî kişand.