İbrahim Atmaca
02 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germ wê li gor demsalê 2 û 4 pileyan zêde be.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, hewa wê li herêmê esrsayî û pirewrayî derbas bibe, serê sibê û bişev cî bi cî mij û xumam, qeşa û qerm tê payîn.
Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li gor demsalê 2 û 4 pile zêde be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 6, li Tuncelî û Erzincanê 4, li Agiriyê 1, li Erzirom û Qersê sifir, li Erdexanê di bin sifirê da pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa herî zêde jî li Îdirê 12, li Tunceliyê 11, li Erzincanê 10, li Agiriyê 7, li Qers û Erdexanê 6, li Erziromê 5 pile tê payîn.
Rayedaran seba qeşa û cemedê hişyarî da.