İbrahim Atmaca
06 Nîsan 2020•Rojanekirin: 07 Nîsan 2020
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê bi navber tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, germa hewayê wê li gor demsalê be.
Li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be, bi navber baran û cî bi cî tavî û teyrok tê payîn.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 11, li Erzincanê 9, li Tunceliyê 7, li Qersê 5, li Erzirom, Agirî û Erdexanê 4 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 18, li Îdirê 17, li Erzincanê 16, li Qers û Agiriyê 11, li Erzirom û Erdexanê 10 pile tê payîn.