İbrahim Atmaca
14 Nîsan 2019•Rojanekirin: 15 Nîsan 2019
Li çar bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa ewrsayî û pirewrayî, ji êvarê pê va li Tuncelî û Erzincanê, paşê li derdora Erzirom û Erdexanê tavî û teyrok tê payîn.
Li gor texmînê germa hewayê wê li herêmê li gor demsalê be.
Nav rojê germa herî zêde li Îdirê 24, li Erzincan û Tunceliyê 20î li Agiriyê 15, li Qers û Erdexanê 14, li Erziromê 13 pile tê payîn.
Li herêmê bi şev germa heayê ya herî kêm li Tunceliyê 6, li Erzincan û Îdirê 4, li Erzirom û Agiriyê sifir, di bin sifrê da li Erdexanê 2, li Qersê 4 pile hat pîvan.
Li navendên kaşûnê qalindahiya berfê li Sarîqamîşê 74, li Palandokenê 122, li Konakliyê 94, li Erganê 185 santêm hat pîvan.
Rayedan ji ber helîna berfê, rabûna lehiyê û hezazê hişyarî da ku welatî baldar bin û tevdîra xwe hildin.