Fahrettin Gök
13 Nîsan 2021•Rojanekirin: 13 Nîsan 2021
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tavî teyrok û şilope tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, tê texmînkirin ku li Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Erdexan, Tuncelî û Îdirê hewa wê ewrayî be, bêhn bêhn baran wê bibare.
Li Erzincan, Tuncelî û Îdirê tavî teyrok, li Erzirom, Qers, Erdexan û Agiriyê jî şilope wê bibare.
Li herêmê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be.
Şevê germa hewayê ya herî kêm di binê sifirê da li Qersê 3, li Erzirom û Agiriyê pileyek hat pîvan. Germa şevê li Erdexanê sifir, li Erzincanê 4, li Tunceliyê 5, li Îdirê 6 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 17,li Tunceliyê 14, li Erzincan û Agiriyê 11, li Qersê 9, li Erdexanê 8, li Erziromê 7 pile tê payîn.
Qalindahiya berfê ji navendên xweşiqitandinê li Palandokenê 115, li Sarîqamişê 56 û li Konakliyê 45 santêm hat pîvan.
Li tevahiya herêmê ji ber ku li ber pal û berpalan talûkeya şepeyê heye, divê welatî baldar û bitevdîr bin.