İbrahim Atmaca
19 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2020
Di daxuyaniya ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat gotin ku li navçeyên Gurpinar, Miks, Çatak, Seray, Bêgirî, Başkala û Kawaşê ji ber berfa ku duh barî rêya 131 cih û waran hat girtin.
Hat destnîşankirin ku ekîbên şaredariyê yên rêvekirinê ji bo rêyan vekin hewl û xebatên xwe didomînin.
- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Bidlîsê Umît Kurtkan daxuyanî da û got ku ji ber berf û bagerê rêya 75 gundan hat girtin.
Kurtkan destnîşan kir ku ekîbên berfa ser rêyan paqij dikin ji bo vekirina rêyên gundan li ser kar in û dixebitin.
- Hekarî
Navenda Hekariyê û li navçeyên Yuksekova, Çukurca, Şemdînlî û Derecikê berf, bager û şepeyê rêya 259 gund û mezreyan girt.
Berfê rêya Hekarî û Şirnexê jî girt.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.

- Mûş
Li Mûşê piştî barîna berfê sir û serma zêde bû û mij çêbû.
Li ser rêya Mûş û Bidlîsê mij çêbû û wesayît hêdî çûn.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr rê fireh dikin.
- Qeşa, cemed û mij tê payîn
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa ewrayî ye û bi navber berf tê payîn.
Serê sibê û bişev jî qeşa, cemed û mij tê payîn.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Wanê 3, di binê sifrê da li Bidlîs û Mûşê 3, Hekariyê 2 pile tê payîn.