Abdullah Tel
18 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2020
Beyrana xwarina bi tescîl a Gazîentaba ku UNESCOyê tevlî nav lîsteya "bajarên ecêb" ên gastronomiyê kiribû quwetê dide bedena merivan û ji nexweşiyan diparêze.
Beyrana gelek bi tehm e û ji bo nexweşiyan jî wek dermanê kurmancî tê hesibandin di her seata rojê da ji hêla tûrîstên xwemalî û biyanî va tê xwarin.
Hin kes vê tehma xweş wek şorbe û hin kes jî wek xwarin bi nav dikin lewra ew li ser agirê gur tê çêkirin û tê da goştê berxan, biharat û sîr hene, bi van taybetiyên xwe va beyran ji bo şifayê tê xwarin.
Di demên berê da ev tehm bi tenê di firavînê da dihat dayîn lê ji ber ku zêde tê xwarin û milet jê hez dike niha bi şev û roj li loqenteyan tê pehtin.
Serokê Şaxa Zanista Nexweşiyên Endokrînolojî û Metabolîzmayê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Gazîentabê (GAUN) Prof. Mustafa Araz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku beyran ji xwarinên kevneşopî yên Gazîentabê yek e.
Araz destnîşan kir ku beyran ji bo nexweşiyên wek arsim, zekem û nexweşiyên din ên ji ber sermayê pêk tên pir bi kêr tê.

Prof. Dr. Araz ragihand ku beyran quwetê dide bedena mirov, qala taybetiya wê kir û wiha pê da çû: "Îsota sor, sîr û lîmon ji bo arsim û zekemê zehf kêr tên. Ev ji bo nexweşiyan baş e. Li Gazîentabê havîn û zivistan vê şorbeyê dixwin."
- "Di sîtilê da tevlî hestiyan bi qasî 12 saetan dikele"
Hosteyê beyranê Murat Doganlar got ku çêkirina vê tehma xweş karekî zehmet e û wiha pê da çû: "Beyran ji hestiyên li nav pişt û stûyê mêşin û berxikan tê çêkirin û bi qasî 12 saetan tê kelandin. Ew av dibe mîna dermanê antîbiyotîk. Paşê em wan ji hev diperitînin û cihê dikin. Birincê kelandî, avdonk, rûnê duyê mêşinê û li gor daxwazê jî sîrê tevlihev dikin, dikelînin û ew dibe beyran."
Doganlar diyar kir ku berê beyran bi tenê serê sibehê dihat xwarin lê ji ber ku milet hînî vê tehmê bû û xêr û bêr jê dîtin êdî ew bû xwarineke her saetê ku sal û donzdeh meh tê xwarin.