Sagip Sezginer
04 Sibat 2022•Rojanekirin: 06 Sibat 2022
Li herêma rojhilatê welêt berfa car caran dibare tesîra xwe didomîne.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê hat hildan li Erzincan, Erzirom, Îdir, Erdexan, Qers û Agiriyê ku hewa pir ewrayî ye wê car caran jî berf bibare.
Tê payîn germahiya hewayê li gor demsalê be û bayê ji alî başûr va jî tê wê tesîra xwe car caran zêde bike.
Li herêmê germahiya hewayê li Îdirê 1 pileyek bû û di bin sifirê da jî li Tuncelî û Erzincanê 1, li Erziromê 4, Erdexanê 7, Qers û Agiriyê jî 12 pile hat pîvandin.
Ji ber berfa tê payîn ku wê bibare û bayê radibe ji welatiyan hat xwestin ku bila li hemberî cemed û qeşagirtinê baldar bin û bê tevdîr tevnegerin.
Li Erzirom, Agirî û Qersê berfa ku ji nû va dest pê kir dîmenên xweş derxist holê û ji bo vekirina rêyên nav bajêr li hersê bajaran jî xebat tên kirin.
Rêya 92 wargehên Erzirom û Erzincanê ji ber berfê hat girtin
Li Erzirom û Erzincanê ji ber berf û bagerê rêya 92 wargehan hat girtin.
Berfa li Erziromê bi navber dibare di çûyîn û hatinê da dibe tengasî.
Ji ber berf û bafgerê rêya 68 wargehan hat girtin. Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.
Li Erzincanê jî ji ber rewşa hewayê rêya 24 gundan hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr û şaredariyê ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.