Mesut Varol
04 Sibat 2022•Rojanekirin: 05 Sibat 2022
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê ji bo berf û aşîtê hişyarî hat dayîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be, li dorberê Mûş û Bidlîsê şeveqê û nîvro berfê bibare, li dorberê Wanê jî di nav rojê da berfê bibare, li başûrê Wanê û dora Hekariyê jî bi navber berfê bibare.
Ber destê sibê û bi şev cemedê çêbe, mijê bikeve û pûkê rabe, germahiya hewayê ya herêmê jî ew ê wekî ya demsalê be.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Wanê 5, li Mûşê 3, li Bidlîsê 2 û li Hekariyê jî 0 pile be.
Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira baldar bin û bê tevdîr nebin, ji bo xetereya aşîtê û berfa zêde dibare haj bi xwe bin.