Göksel Cüneyt İğde
28 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2023
Li Sêwasê bi navber berf dibare.
Li bajêr piştî berfa ku demek e lê hewa sar bû danê sibê berf barî.
Meydana Cumhuriyetê ya dîrokî bi spî xemilî.
Li bajêr piştî hişkî û bêaviya ku demek dirêj bû dewam dikir barîna berfê bû sedema coş û kêfeke mezin.

Hin welatiyan li meydanê bi hezkiriyên xwe ra wêne kişand.
Ji welatiyan Şahîn Erdem got ku "Rojên mînanî biharê hebûn, me gelekî bêriya barîna berfê kir. Înşeallah wiha dewam bike."
Efe Kalkan diyar kir ku barîna berfê dê bereketê bîne bajêr û xwest ku bila baran dewam bike û hişkayî xilas bibe.
Hasan Coşkun jî behs kir ku neelimîne hişkayiyê û wiha axivî: "Em gelekî xemgîn bibûn ku heta îro berf nebarî. Ez 71 salî me, me berê di bin sifirê 21 pile didît. Li erdê nîv mêtro berf çêdibû. Helbet em gelekî şa bûn, înşeallah wiha dewam bike."