Fatih Gazioğlu
07 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2019
Li Bîrecika navçeya Şanliurfayê ji kelhenekên ku cisnê wan diqele 25 cûcik ji hêkê derketin.
Îstasyona Berkêşana Kelhenekan a Bîrecîkê ji hêla Wezareta Daristan û Karên Avê ya 42 sal beriya vê bi 11 lib kelhenekan va hat avakirin. Îstasyona kelhenekan ji bo jiyan û zêdebûna çivîkan xebatên xwe didomîne.
Kelhenekên ku dema wan a qûpketinê di mehên biharê da dest pê dike li qeraxê Çemê Feratê tên berdan û meha hezîranê dema koçê jî careke din tên girtin û dikin qefesê.
Ji kelhenekan 261ê wan di meha sibatê da hatibûn berdan û ji wan 253 çûk paşê di meha hezîranê hatin girtin û rakirin qefesê.
Bi hewl û xebata ekîbên Serokatiya Daîreya Jiyana Kovî ya Midûriyeta Giştî ya Parkên Neteweyî û Jiyana Siruştî ku li Îstasyona Berkêşana Kelhenekan a Bîrecîka kirin va xelek avêtin piyê 25 cûcikên kelhenekan yên ku îsal ji hêkê derketin.

Wekîlê Midûrê Şaxa Rihayê ya Jiyana Kovî ya Parkên Neteweyî Mehmet Gurkaynak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku jimara kelhenekan îsal zêde bû û wiha axivî:
"Di sala 1977an ev îstasyon hatiye avakirin. Wê çaxê 11 kelhenek li vir dijiyan. Me meha sibatê 261 kelhenek berdan çolê. Paşê ji 253 lib me careke din kom kirin û rakirin qefesan. Me tespît kir ku 25 çûk zêde bûne. Li îstasyonê jimara hêlînan jî me ji 48an derxist 68an."