ANKARA
Franck Rîbery, Kerîm Benzema, Samî Xedîra, Edîn Dzeko, Mesud Ozîl û hwd... Di fitbola Ewropayê de jimara lîstikvanên misilman û bi nav û deng roj bi roj zêde dibe.
Li Ewropayê bi mezinbûna bazara fitbolê re kulûb ketin li pey lîstikvanên nû. Kulûp ji Afrîkayê heya gettoyên Fransayê li lîstikvanan digerin. Ev yek jî dibe sedema keşfkirina cîwanên misilman yên behredar. Serpêhatiya lîstikvanên misilman yên di lîgên Ewropayê de bi kesên navdar yên wek Zînedîne Zîdane, Frederîc Kanoute, Nîcolas Anelkayê dest pê kir û jimara wan bi cîwanên wek Samîr Nasrî, Demba Ba, Eden Hazardê roj bi roj zêde dibe. lîstikvanên misilman li welatên wek Spanya, Îngilîstan, Fransa û Îtalyayê yên di fitbolê de pêşketine de, dilîzîn.
- Spanya
Di nav lîstikvanên misilman yên di La Lîgayê de navê ewil tê bîra mirov Zînedîne Zîdane ye. Samî Hedîra, Kerîm Bezema û Mesud Ozîl li "Los Galacticosê" balê dikişînin ser xwe.
Thîerry Henry, Lîlîan Thuram, Seydou Keîta û Erîc Abîdal wek lîstikvanên misilman heyamekî li La Lîgayê leyîstin. Îbrahîm Afellay, Frederic Kanoute û Adîl Ramî hêj jî li La Lîgayê wek lîstikvanên misilman dilîzin.
- Îngilîstan
Di Lîga Premîerê de di sala 2002yan de wek lîstikvanê misilman Nahîm tenê hebû, îro jimara lîstikvanên misilman gihaye 40î. Di Lîga Premîerê de ji bilî Demba Ba, Bacary Sagna, Marouane Fellaînî gelek lîstikvanên navdar listîn. Navê van lîstikvanan li jêr in:
Arsenal: Bacary Sagna, Vassiriki Abou Diaby (Fransa), Marouane Chamakh (Fas)
Aston Villa: Kerîm El Ahmadi (Fas), Yacouba Sylla (Fransa)
Chelsea: Demba Ba (Senegal), Eden Hazard (Belçika)
Everton: Marouane Fellaini (Belçika)
Fulham: Mahamadou Diarra (Mali), Kerim Frei (Tirkiye), Pajtim Kasamî (Swêd)
Liverpool: Oussama Assaidi (Fas), Samed Yeşil (Almanya)
Manchester City: Edin Dzeko (Bosna Hersek), Kolo Toure, Yaya Toure (Qiraxê Diranê Fîl), Samir Nasri (Fransa)
Newcastle United: Massadio Haidara, Papiss Cisse (Senegal), Hatem Ben Arfa, Mehdi Abeid, Moussa Sissoko (Fransa), Cheick Tiote (Qiraxê Diranê Fîl)
Queens Park Rangers: Armand Traore, Samba Diakite (Fransa), Adel Taarabt (Fas)
Stoke City: Mamady Sidibe (Mali)
Tottenham Hotspur: Younes Kaboul (Fransa), Moussa Dembele (Belçika)
West Bromwich Albion: Youssouf Mulumbu (Kongo)
West Ham United: Mohamed Diame, Alou Diarra, Modibo Maiga (Mali)
Wigan Athletic: Ali Al Habsi (Oman), Arouna Kone (Qiraxê Diranê Fîl)
- Fransa
Di nav welatên Ewropayê de lîstikvanên misilman herî zêde li Fransayê hene. Frank Rîbery, Samîr Nasrî, Abu Dîaby, Lassana Dîarra, Erîc Abîdal, Adîl Ramî, Bacary Sagna, Mamadou Sakho, Kerîm Benzama di tîma neteweyî ya Fransayê de dilîzin.
- Îtalya
Di Sere Ayê de wek lîstikvanên misilman Sulley Muntarî, Samîr Handanovîc, Lazîo, Lorîk Cana balê dikşînin.