Haydar Şahin
17 Hezîran 2020•Rojanekirin: 18 Hezîran 2020
Li Karxaneya Cotkariyê ya Ceylanpinarê ya li dinyayê di nav karxaneyên cotkariyê yên mezin da cî digre ceh, genim, nîsk, garis, fistiqê Entabê, gulberojk, fîk û gelek nebat tên ajotin.
Kêmzêde li 636 hezar dolim erdî cotkarî tê kirin, amûrên teknolojîk tên xebitandin û karxane tevkariyê dide aboriya welêt û cotkaran.
Li karxaneya mezin berê cotkariya bê av dihat kirin, ber û bereket kêm bû. Demek e bi saya veberhênanên mezin av anîn zeviyan û bi avdana modern zeviyan av didin. Piştî ku av hat zeviyan di salê da 2 caran zeviyan diajon.
Di vê çarçoveyê da ji bo ber û bereketa zeviyan kêm nebe sîstema munavebeyê (ajotina bi dor) dişopînin û gulberojkan diajon. Îsal kêmzêde 55 hezar dagar erdî gulberojk hat ajotin û li bendê ne ku 13 hezar ton dexl bi dest bixin.
- Serê dolimê 300 kîlo dexl
Muhammet Altiparmakê Alîkarê Midûrê Hilberîna Nebatî ya Karxaneyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo munavebeyê gulberojk ajotin.
Altiparmak got bi ajotina gulberojkan armanca wan ew e ku ax were ser hemdê xwe û çêreya beyanî kêm bibe û wiha pê da çû:
"Gulberojk kêrî axê jî tên kêrî pîşesaziya rûn jî. Em li bendê ne ku îsal 12-13 hezar ton dexl kom biçinin. Heke texmîna me derkete ber û bereketê li gor par ji sedî 50 zêde bibe. Îsa hewa baş derbas bû me jî zû zevî ajotin. Me par serê dolimê 160 kîlo dexl hilda lêbelê texmîna me ew e ku serê dolimê 300 kîloyî hildin.Em dexl û denê xwe li Borseya Bazirganiyê ya Şanliurfayê di mezatê da difroşin. Sazî eleqeyeke mezin nîşanî dexl û denê me didin. Hedefa me ew e ku li herêmê eleqeyên nîşanî gulberojkan bidin. Em tevkariyê hem didin aboriya welêt hem jî ya pîşesaziya rûn."
Altiparmak got dem musaît e û bangî mozvanan kir ku bira kewarên xwe bînin vê herêmê.