Elif Irmak
17 Hezîran 2020•Rojanekirin: 18 Hezîran 2020
Li Hekariya tê nirxandin ku ji hêla çavkaniyên jeotermal va xwedî potansiyeleke girîng e ji bo pêşxistina turîzma jeotermal xebat dan destpêkirin.
Li Hekariya ku ji ber êrîşên terorê çendî salan nekarîn ku çavkaniyên binerd binirxînin bi atmosfera aramî û ewlehiyê ya pêk hat ra di warê navborî da veberhênanên girîng tên kirin.
Walîtiya Hekariyê ji bo pêşxistina aboriya herêmê û pêşxistina turîzmê gelek proje dan destpêkirin û ji bo ku çavkaniyên jeotermal ên li herêmê derxînin holê xebat dan destpêkirin.
Di vê çarçoveyê da ekîba ku ji Midûriya Giştî ya Lêgerîn û Tetkîkê ya Madenê hat li qada ku nêzî gundê Saritaşa 50 kîlomêtro dûrî bajêr e xebatên sondajê dikin.
Piştî ku çavkaniya ava germ hat derxistin dê dest bi çêkirina otêla termal û navenda tedawiya fizîkê û rehabîlîtasyonê bikin û hewl bidin ku eleqeya turîstan a ji bo navendê zêde bibe.
- "Ji bo Hekariya me projeyeke girîng e"
Waliyê Hekariyê û Wekîlê Şaredar Îdrîs Akbiyik li herêmê xebatên ku tên kirin şopand û ji rayedaran agahî hildan.
Akbiyik di daxuyaniya xwe ya vir da diyar kir ku wek Îdareya Taybet a Bajêr bi Lêgerîn û Tetkîka Madenê (MTA) ra sondaja ava germ kirin.
Akbiyik diyar kir ava germ a ku dê derxînin dê hem di warê aborî da hem jî ji bo seravanî û germbûnê bikarin bi kar bînin û ev agahî dan:
"Em ê di demek kurt da bigihêjin ava germ. Em ê înşealah bi van tesîsên ava germ, tesîsên termal xweşikahiyeke nû li ser van xweşikahiyên tebiî zêde bikin. Li vir çêkirina otêleke xweşik dê piştgiriyeke mezin bide aborî û pêşxistina Hekariyê."
Akbiyik got ku Hekarî ji bo ku bibe navenda turîzmê bi lez pêş dikeve, li bajêr xizmetên xweşik tên kirin û her roj yekî din li ser vê tê zêdekirin.
Akbiyik da zanîn ku di warê turîzmê da gelek proje dê bên tetbîqkirin û wiha axivî:
"Li navenda me ya kaşûnê înşaata tesîsa me ya hewirînê dewam dike. Li vir sondaja me ya ava germ, Tesîsên Civakî û Qada Rekreasyonê ya Geliyê Zapê, Projeya Tesîsên Civakî ya Gola Zuryan û projeya Kelha Mîr dewam dike. Ev hemû dê di warê turîzma çiyê, turîzma tebîatê û turîzma termal va dê piştgiriyeke mezin bide Hekariyê. Hekarî dê înşeallah bibe cihekî wisa ku dê bibe navendeke turîzmê ku ne tenê Hekariyî û Wanî mirovên ku dê ji Îran û Iraqê hatin jî bixwazin bibînin.
Alîkarê Walî û Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Mustafa Duruk, Fermandarê Cendirmeyan ê Bajêr Tuxgeneral Nurî Ozturk, Midûrê Ewlehiya Bajêr Atanur Aydin û Midûrê Herêma Anadoluya Rojhilat a MTAyê Çetîn Kartal jî di ziyareta Akbiyik da li gel wî bûn.