Eşber Ayaydın,Cebrail Caymaz
01 Sibat 2024•Rojanekirin: 02 Sibat 2024
Li Bozovaya navçeya Şanliurfayê maleke yekqatî hilweşiya 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Li Taxa Delîler Kirsalê danê sibehê ji ber sedemeke nediyar mala Cemîle Arîkanê hilweşiya.
Li ser cawdayînê ekîbên AFAD, agirkuj, cendirme û tenduristiyê hatin cihê bûyerê.
Serdar (38), Fatma (38), Ahmet (15), Ayça (12) û Açelya Urak (8), Dîlber (34), Adem Arda (13) û Emre Tuna Bozkurt (10) di binê kavilê da man, lê bi derfetên xwe ji binê kavilê derketin.
Piştî xebatên lêgerîn û xilaskirinê ekîb gihîştin cinazeyê Serap Urak (49) û Cemîle Arîkana (56) birîndar.
Ekîban Cemîle Arikan rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Bozovayê, lê Arikan li wir mir.
Hat ragihandin rewşa birîndarên din baş e.
Hat gotin vê malê di erdheja 6ê Sibatê da xisar dîtibû û Cemîle Arîkan bi tena serê xwe li vir dijiya, zarok û neviyên wê êvarê ji Osmaniyeyê hatibûn ziyareta wê.