Haydar Şahin
10 Mijdar 2018•Rojanekirin: 13 Mijdar 2018
ŞANLIURFA
Federasyona Qenarî û Çivîkên Qefesê û Komeleya Xwedî û Hezkiriyên Qenariyan ya Şanliurfayê "Pêşbaziya Qenarî û Çivîkên Qefesê" li dar xist û di pêşbaziyê da dîmenên rengîn derketin holê.
Di pêşaziya li Navenda Fûar û Kongreyê ya Şanliurfayê 2 rojan dewam kir da cî dan 5 hezar û 706 cure çivîkên wekî qenarî, bilbil û qumriyan.
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî pêşbaziyê dan, hezkiriyan ji ji xwe ra çivîkên jê hez dikin kirîn.
Çivîkên di pêşbaziyê da ketin dereceyê ew ê beşdarî Şampiyonaya Dinyayê ya ku li Holandayê were lidarxistin bibin.
Serokê Federasyona Qenarî û Çivîkên Qefesê ya Tirkiyeyê Yilmaz Çakmak daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku 112 komele girîdayî federasyonê ne, bi beşdariya hemû komeleyan di salê da 6 pêşbaziyan li dar dixin.
Çakmak destnîşan kir ku îsal pêşbaziya 4an li Şanliurfayê li dar xistin û wiha pê da çû:
"Roja pêncşemê me çivîkên xwe bi cî kirin, roja înê jî hakemên me puan dan û çivîkên ketin dereceyê bijartin. Em ê li Îzmit û Bûrsayê jî pêşbaziyê li dar bixin. Piştî pêşbaziyê sal di hefteya ewil a a rêbendanê da Şampiyonaya Dinyayê tê lidarxisin. Şampiyona ew ê îsal li Holandayê were lidarxistin. Em ê beşdarî pêşbaziyê bibin û welatê xwe temsîl bikin. Ev kara bi tenê hobî ye. Em hewl didin ku zarok ji ber kompîteran rabin û bi vê hobiyê ra eleqedar bibin."