22 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2015
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî mitînga AK Partiyê ya li qada Topçûya Şanliurfayê hat lidarxistin bû.
Davutoglu wiha axivî: "DAEŞ çiqasî nankor be, çiqasî bêbext be, çiqasî xayin be PKK jî bi wî qasî xayîn û bi wî qasî tirsonek e."
Serokwezîr Davutoglu: "Çend roj berê min li Wanê çi got, ez îro li pişt gotina xwe me. Em ê vî gelî teslîmî terora salên 90î nekin, em ê vî gelî radestî JÎTEMa salên 90î nekin. Xwedê şahidê me ye, kî bixwaze vegere salên 90î, em ê li hemberî wan bisekinin. Kî bi hişmendiya salên 90î tevbigere, maf û azadiyên gel tune hisab bike, em ê li hemberî wan bisekinin. Ew gotinên min zora teror û yên ku pişta xwe didin terorê çûne. Lewra ew bêriya salên 90î dikin. Dixwazin ciwanên kurd zêdetir bimirin, zêdetir ciwanên tirk bimirin. Tirk, Kurd û Ereb bibin dijminê hev du."
Davutoglu got, nabe ku êdî Tirkiye bi makezagona derbeyê bê birêvebirin û wiha dewam kir: "Înşallah em ê makezagoneke aştîxwaz, pir deng û pir reng, li gor esasên demokrasiyê amade bikin. Tirkiye êdî bi makezagona derbeyê nabe ku bê birêvebirin. Ew ê hemû zanibin ku cihê çareserkirina pirsgirêkan meclis û saziya siyasetê ne. Ew ê hemû vê hezim bikin."
-Kesên ku îstîqrara Tirkiyê hezim nakin, ew ê li hemberî xwe me bibînin
Davutoglu got ku ew ê ewlehiyê mekin qurbana azadiyê û azadiyê jî mekin qurbana ewlehiyê û wiha pê de çû:
"Me meydan ne kesên ku ji berpirsiyariyê revîn, ne yên ku gotin 'na û na' ne jî yên ku pişta xwe dane terorê ra nehişt û em ê nehêlin jî. Kî îstîqrara Tirkiyê hezim nake, ew ê li hemberî xwe me bibîne. Em ê ewlehiyê mekin qurbana azadiyê û azadiyê jî mekin qurbana ewlehiyê."
Serokwezîr Davutoglu derbarê axaftina Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê de wiha got: "Îro derketiye meydanê, ji me ra gotina dibêje, ew gotinên ku rêxistina parelel firotiye wan. Dibêje 'Me belgeyên Osloyê dîtin, ji gel re eşkere nakin.' Ma wisa ye tu derkeve, eşkere bike. Çi dixwazî bibêje, eşkere bike. Divê siyasetmedar şefaf bin. A ha em va li vir in. Belê em hisabê her tiştî didin; lê ji kesên ku li dijî gel biaxifin jî hisab dipirsin."
-"PKK jî bi qasî DAEŞê xaîn û bêbext e"
Davutoglu wiha axivî: "DAEŞ çiqasî nankor be, çiqasî bêbext be, çiqasî xayin be PKK jî bi wî qasî xayîn û bi wî qasî tirsonek e."
-Raçaviya salên 90 dikin
Serokwezîr Davutoglu got ku min çend roj berê min li Wanê çi got, ez îro li pişt gotina xwe me û wiha dewam kir:
"Em ê vî gelî teslîmî terora salên 90î nekin, em ê vî gelî radestî JÎTEMa salên 90î mekin. Xwedê şahidê me ye, kî bixwaze vegere salên 90î, em ê li hemberî wan bisekinin. Kî bi hişmendiya salên 90î tevbigere, maf û azadiyên gel tune hisab bike, em ê li hemberî wan bisekinin. Ew gotinên min zora teror û yên ku pişta xwe didin terorê çûne. Lewra ew bêriya salên 90î dikin. Dixwazin ciwanên kurd zêdetir bimirin, zêdetir ciwanên tirk bimirin. Tirk, Kurd û Ereb bibin dijminê hev du."