Cuma Sarı
22 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2023
Li Sêwrega navçeya Rihayê minîbêsa serwêsa xwendekaran welgeriya, li gor tesbîtên ewil 9 kes birîndar bûn.
Minîbêsa serwêsê ya bi plakaya 21 S 0669 a ku Alî Îhsan K. diajot û tê da mamosteyên Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê ya Çevîrmeyê hebûn di navbera Taxa Çevîrmeyê û fitloneka Sêwregê da ku lê mij hebû welgeriya. Li ser îxbara kesên hawirdorê ekîbên tenduristî û ewlehiyê sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da li gor tesbîtên ewil 9 kes birîndar bûn û birîndar rakirin nexweşxaneyên li Diyarbekirê.