Cuma Sarı
04 Mijdar 2026•Rojanekirin: 04 Mijdar 2026
Li Siwerêga navçeya Şanliurfayê wesayîtek welgeriya şerampolê, 5 kes birîndar bûn.
Wesayîta ku şofêrê wê Aydin Erdem (46) û plaqeya wê 01 NT 262 e li ser rêya Siwerêg-Diyarbekirê, li Xaçerêya Pîşesaziya Organîzeyê welgeriya şerampolê.
Di qezayê da şofêr û Ozge Dîlan Taraman, Yildiz Şahîn, Saray Coşacak û Ayşenur Demir ên ku di wesayîtê da bûn, birîndar bûn.
Li ser cawdayînê polês û ekîbên agirkuj û tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwerêgê.