13 Nîsan 2017•Rojanekirin: 13 Nîsan 2017
ŞANLIURFA
Li Eqçeqeleya navçeya Şanliûrfayê li mêvanxaneya jinebî, zarok û pîr lê dimînin şewat derket. Di şewatê da 4 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan li mêvanxaneya sêqatî ya li taxa Ataturkê ji ber sedema nediyar şewat derket. Wezîferadên ewlehiyê dema bi şewatê hesiyan xeber dan tîmên agirkujiyê û polêsan.
Di şewatê da sê jin û zarokek birîndar bû. Birîndar bi servîsa acîl a 112yê rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Eqçeqaleyê. Hat ragihandin ku rewşa birindaran baş e. Ji bo tespîtkirina sedema şewatê dest bi xebatan kirin.