Hüseyin Demirci
17 Nîsan 2025•Rojanekirin: 19 Nîsan 2025
Li Sariqamîşa navçeya Qersê piştî berfa ku barî, berfîn vebûn û li cihên avî çûkên koçber derketin holê.
Li navçeya Sariqamîşê ya ku yek ji cihên Tirkiyeyê yên herî bilind e, piştî barîna berfê tav derket û siruşt zindî bû.
Germahiya hewayê li navçeyê heta 8 pileyan zêde bû.
Daristanên sariçamê yên ku spî bûne, golên ku ji ber ava berfê çêbûne û berfînên ku mizgîniya biharê didin dîmenên xweş derxistin holê.
Li herêma ku çûkên koçber jî derketin siruştê, kesên wêneyên siruştê dikşînin dîmenên çûkan kişandin.
Gursoy Solmazê wêneyên siruştê dikşîne ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku Sariqamîş her demsal xweş e û wiha axivî: "Bi germahiya ku mizgîniya biharê dide va golên avê çêbûn ku çûkên koçber tên vir. Em jî wêneyên wan dikşînin. Ji hêla din, me xwest ku em wêneyên darên hêşîn ên ku berfa spî li ser wan xuya dike bikşînin. Wek wênekêş me xweşikiyên siruştê qeyd kirin."