Sobeyên ku li Sarîqamîşê tên çêkirin beriya zivistanê sewqî bajarên Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê dikin.
Li taxa Kazim Karabekirê di 4 dikanan de 45 kes ji bo çêkirina sobeyan dixebitin. Sobeyên ku li vir tên çêkirin, ji bo firotinê dişînin Erdehan, Qers, Erzirom, Agirî, Îdir, Wan, Bidlîs û bajarên din ên Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê.
Reşît Yilmazê xwediyê destegehekê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê îsal dîsa ew ê bi sobeyên Sarîqamîşê xwe germ kin.
Yilmaz destnîşan kir ku ev 40 sal e vî karî dike û li gor hemû derfetan sobeyan çêdike û wiha axivî: "Germkirin karê me ye. Li gor her derfetî sobeyên me hene. Me di 8 mehan de 90 hezar sobe çêkir. Niha jî sobeyan ji bo firotinê bi erebeyên xwe ve sewqî bajarên din dikin."
Yilmaz diyar kir ku bihayê sobeyan di navbera 25 û 150 lîreyî de diguhere û di destê wan de 12 cure sobe hene.
Yilmaz got sobeyên çînko jî çêdikin û wiha pê de çû: "Em sobêyê li vira çêdikin û dişînin Qeyseriyê, ew jî li wir çînko dikin paşê jî difroşin welatiyan. Sarîqamîş sar e, rojhilat sar e, lê belê însanên vira xwîngerm in. Germkirina welatiyên me yên hêja karê me ye."
Yilmaz eşkere kir ku di rojê de nezîkî 150 sobe çêdikin û sala pêşiya me ew ê cureya zêde bikin û ji îsal zêdetir sobeyan çêkin.