Abdullah Tel
18 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 22 Rêbendan 2019
AGRI
Li gundê Yukari Deredîbiya ser Agiriyê ku bi berfê xemiliye kesên debara xwe bi heywandariyê dikin piştî kar û barê xwe diqedînin li ser berfê dest bi pêşbirkê dikin û bi xizangan xwe ji ser berfê dişiqitînin.
Berfa ku îsal zêde barî tesîra xwe li çar aliyê navenda bajêr û navçeyên wê nîşan da û zehmetiyên jiyana rojane zêde kir. Li bajêr germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da heta 15 pileyan dadikeve û kesên li Yukari Deredîbiya gundê ser navçeya Xamûrê dijîn jî di van meh û rojên bi berf û seqem da jiyana xwe didomînin.
Kesên li gund debara xwe bi heywandariyê dikin serê sibehê zû radibin û mêfirên ber heywanên xwe bi ka û êm tijî dikin. Li gund stûriya berfê li hin cihan ji metreyekê zêdetir e û xwediyên heywanan bi taybetî ber bi danê nîvrojê va dewarên xwe ji bo avdanê derdixin û dibin ser çemê ku bi qasî kîlometreyekê ji gund dûr e.
- Serê sibê kar, piştî nîvrojê kêf
Xwediyên heywanan piştî ku pêwîstiyên heywanên xwe hel kirin wextê mayên jî êdî li gor kêfa xwe derbas dikin û li meydana gund kom dibin û dest bi pêşbirkê dikin.
Gundiyên ku tên bal hev digel berf û seqemê her roj li ser berfê pêşbirkê dikin û bi xizangên darîn jî ji ser berfê xwe dişiqitînin.
- "Îsal berf zêde barî"
Burhan Vançînê ku bi salan e li gund heywandariyê dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji ber şert û mercên xerab ên hewayê zehmetiyê dikişînin. Vançîn got ku li gund germahiya hewayê car caran di bin sifirê da heta 30 pileyî dadikeve û wiha pê da çû: "Hewa sar dibe û qeşa dikeve. Îsal berf zêde barî. Em heywanan ji gomê derdixin û dibin ser çemê ku bi qasî kîlometreyekê ji gund dûr e û li wir av didin. Bi vî awayî piçek behna heywanan jî derdikeve. Bi qasî nîv saetê ew li derva dimînin.
- "Em zor û zehmetiyên di nav da ne ji xwe ra wekî firsendê bi kar tînin"
Ciwan û zarokên li gund jî di vê hewaya sar da piştî alî malbatên xwe dikin û hemû kar û barê xwe diqedînin dest bi kêfê dikin. Ew yan bi xizangên darîn li ser berfê pêşbaziyên kaşûnê dikin û yan jî bi gogê li ser berfê dest bi pêşbirka fitbolê dikin.
Xwendekarê lîseyê Caner Yaka diyar kir ku ew ji şert û mercên zor û zehmet ên gund îstifade dikin û wiha pê da çû: "Yên ji me mezintir bangî ciwanan dikin û em jî li meydana gund bi wan ra dileyîzin. Em wan zor û zehmetiyên ku di nav da ne ji xwe ra wekî firsend bi kar tînin. Rojê bi qasî çar pênc saetan pêşbirkê dikin."