Fatih Gazioğlu
18 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2019
HAKKARÎ
Li Gevera navçeya Hekariyê leglegên ku 2 sal beriya vê li ser kuleka mizgeftê ji xwe hêlîn çêkiribûn ji hêla gundiyan va tên xwedîkirin.
Sazê Nehîlê yê ku di nav sînorê navçeya Geverê da li ser rêya koça leglegan e.
Leglegên dixwazin koçî herêmên germ bikin her sal tên vê derê demekê bêhn vedidin û piştra jî rêwîtiya xwe didomînin.
Lê 2 legleg 2 sal beriya vê piştî hatin Geverê neçûn û li ser kuleka mizgeftê ji xwe re hêlîn çêkirin.
Ev qasî 2 salan e gundî leglegan xwedî dikin û ji wan re hin caran masiyan û hin caran jî xwarinên din tînin û didin wan.
Ji gundiyan Yusuf Alî Cankurtaram got ku leglegan ew xwedî dikin û wiha axivî:
"Ji gunde me her roj kesek xwarina wan tîne û dide wan. Em carna jî ji bo wan diçin ji çem masiyan digirin. Hin gundî jî derûdorê hêlîna wan paqij dikin. Em dixwazin bibin mal lê wê çaxê ji me ditirsin. Ji ber vê em wan zêde aciz nakin. Înşellah em hez dikin havînê bigihêjin hevalên xwe û ji vir biçin."
Beytarê Şaredariya Geverê Hekîm Kaçan jî got ew jî nizanin legleg ka çima li vir mane û wiha axivî:
"Gelo rêya xwe şaş kirin yan pirsgirêkeke din heye, bi rastî em jî nizanin. Di kontrola me tu nexweşeya heywanan tuneye. Niha gundî xwedî dikin."