20 Îlon 2020•Rojanekirin: 21 Îlon 2020
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê dirûna kunciyê ku gundiyan biharê bi hev ra çandin, dest pê kir.
Li navçeya Çukurcaya ku her çar aliyê wê çiya ne digel hinar, hêjîr û xurmeya Trabzonê, kuncî jî tê çandin.
Li taxa Emîr Şabanê bi şeveqa sibê ra şênî diçin ber serê zeviyan û û bi zibare kunciyan didrûn.
Şêniyên taxê ji çandinê bigre heta dirûnê piştgiriyê didin hev û bi kunciyê ku bi dest dixin va hem debara mala xwe dikin hem piştgiriyê didin aboriyê.
Cotkar Salih Çetîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, salên dûr û dirêj in ku ew debara xwe bi çandiniyê dikin.
Çetîn diyar kir, ew biharê kuncî diçînin û wiha dewam kir:
"Bi piştgiriya cînarên me, em qerebalix diçin ber serê zeviyê û bi hev ra kuncî didrûn. Weke bav û kalên xwe em jî cotkarî, heywandariyê dikin û depara xwe dikin. Ji bajar û navçeyên derdorê gelek sparîşên kunciyan tên. Ev me kêfxweş dike. Kuncî ji germê hez dike. Ji ber ku navçeya me jî ji bo kunciyan guncaw e, em jê xêr û bereketê dibînin."