İbrahim Atmaca
20 Îlon 2020•Rojanekirin: 21 Îlon 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be, aliyên bakurê rojhilatê wê piştî wextan bibe ewrayî.
Li herêmê germa hewayê li gor şertên demsalê tê payîn.
Bişev germa hewayê ya herî kêm li Erdexan û Qersê 3, li Erziromê 7, li Agiriyê 8, li Tunceliyê 12, li Erzincanê 13 û li Îdirê 18 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 33, li Erzincanê 31, li Îdirê 28, li Erziromê 26, li Agirî û Qersê 25, li Erdexanê 23 pile tê payîn.