Li Diyadîna navçeya Agiriyê rêyên hin gundan ji ber berfê hatin girtin. Li gundekî rewşa jineke nexweşa gurçikan giran bû, ekîbên tenduristiyê 4 saetan xebitîn, gihîştin nexweşê û birin nexweşxaneyê.
Li Goma Kamil ya girêdayî gundê Surmelî Koça 30 kîlometreyan dûrî navçeyê ye, rewşa Soylemez İşika 32 salî ya nexweşa gurçikan giran bû. Malbata wê ji Navenda Kontrol û Kumandaya 112yê alîkarî xwest. Li ser vê yekê 2 ambulans, kamyonek û texsiyek bi 5 xebatkaran ve çûn herêmê.
Ekîb heta gundê Batibeyliyê çû û ji wir şûnda 8 kîlometre jî bi ambulansa bipalet ve çû Goma Kamil. İşika nexweş bi ambulansê ve birin Nexweşxaneya Dewletê ya Diyadînê.
Mehmet Nurî İşikê mêrê Soylemez İşikê ji bo alîkariyê ji ekîba tenduristiyê re spas kir.