Mehmet Demirhan
20 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2023
Li navçeya Silopiya seba mifaya Filistînê kermes hat lidarxistin.
Bi kordîneya Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê û Miftîtiya Navçeyê Lîseya Anadoluyê ya Haci Mehmet Okten, Lîseya Îmam Xetîbê ya Anadoluyê ya Silopiya, Lîseya Xabûra Silopiya, Dibistanên Sereke û Navîn yên Îpekyoluyê ji bo feydeya Filistînê kermes li dar xist.
Ji bo vekirina kermesê bername hat lidarxistin û bernameyê bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir.
Dahata kermesê wê bi navbeynkariya Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê ji Filistînê ra were şandin.
Miftiyê Navçeyê Ferît Bîlgîn got, "Em mu'min in, em mecbûr in ku alîkariya xwişk û birayên xwe yên Misilman bikin. Hinek bi hêz û qeweta xwe, hinek bi zar û zimanê xwe hinek jî wekî madî û menewî dikarin alîkariyên xwe bişînin."