Elif Orhan
19 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2019
Şaredarê Bîngolê Erdal Arikan û xanima wî Nurten Arikan ji bo malbatên hewcedar kermes li dar xistin.
Di kermesa ku li Kolana Gençê Parka Dortyolê hat lidarxistin da xwarinên ku li malan hatibûn amadekirin hatin firotin.
Şaredar Erdal Arikan beşdarî kermesê bû û got ku "Dahata ku dê bi çalakiyê bê lidarxistin ji bo malbatên hewcedar ên ku li her taxê hatin tesbîtkirin wekhev bê belavkirin."
Nurten Arikanê jî diyar kir ku bi dirûşmeya "Ji bo Mihtacan Bibe Destê Alîkariyê" ji bo malbatên mihtac kermes organîze kirin û got ku "Me di vê çarçoveyê da kermes li dar xist û beşdarî jî gelek zêde bû. Em ê dahata ji vir hat bidestxistin bigihînin malbatên berê hatine tesbîtkirin."
Walî Kadîr Ekîncî û xanima wî Tuba Ekîncî jî beşdarî kermesê bûn.