Abidin Yel
04 Îlon 2025•Rojanekirin: 04 Îlon 2025
Li Cizîra navçeya Şirnexê, ajokarê kamyona ku welgeriya û agir pê girt, mir.
Kamyona plaqe 33 ABS 401 ya Abdulcelil Oklu diajot, li Taxa Cumhuriyetê li tanga Bozalanê bi şev ji kontrolê derket, welgeriya û agir pê girt.
Li ser îxbarê ekîbên îtfaiye, polês û tenduristiyê hatin sewqkirin.
Bi kontrola ekîbên tenduristiyê diyar bû ku ajokar miriye.
Şewat jî bi midaxeleya ekîbên îtfaiyeyê hat temirandin.
Termê ajokar ji wesayîtê hat derxistin û bo morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ya Dr. Selahattin Cizrelioglu hat şandin.