28 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 29 Cotmeh 2015
ŞIRNAK
Li Şirnexê Midûriyeta Tenduristiya Gel perwerdeya "rê li ber xwekuştinê girtinê" da mamosteyên qursa Qur'anê.
Perwerde li salona konferansê ya Midûriyeta Tenduristiya Gel hat dayîn.
Psîkolog Ozgu Sîvrî û Sînem Vural der barê xwekuştinê de ders dane mamosteyên jin.
Di dersê de hat gotin ku di salên dawîn de xwekuştin zêde dibe, ji ber vê divê alîkariyê bidin kesên ku dibe ku xwe bikujin û di civakê de der barê vê mijarê de hesasiyetek bê avakirin.