İbrahim Atmaca
14 Gulan 2020•Rojanekirin: 15 Gulan 2020
Li Şirnexê teyrê baz ê gevez piştî ku hat tedawîkirin, li siruştê hat azadkirin.
Li Şirnexê nêzî 2 meh berê welatiyan di zeviyekê da teyrê bazê gevez ê birîndar dît. Welatiyan teyrê baz anî Navenda Tedawî û Rehabîlîtasyona Heywanên Kovî ya Zanîngeha Şirnexê û li wir tedawiya wî hat kirin.
Teyrê baz paşê teslîmî Midûriya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê û teyr li ser rêya Şirnex û Sêrtê hat azadkirin.
Midûrê Şaxê Orhan Kalay got ku piştî tedawî û rehabîlîtasyonê wan teyrê baz danî cihê ku lê dijî.