Ayhan Babat
17 Nîsan 2025•Rojanekirin: 19 Nîsan 2025
Li Îdila navçeya Şirnexê Êzdiyan "Cejna Çarşema Sor" pîroz kir.
Êzdiyên ku ji Mîdyata navçeya Mêrdînê û Iraq û Almanyayê hatin li gundê Magarakoyê ya li Îdilê kom bûn.
Kesên ku beşdarî çalakiya li meydana gund hat kirin bûn ji ber cejnê goristan ziyaret kirin, find pê xistin û daxwazên xwe anîn ziman û dia kirin.
Jinên ku cilên rengîn li xwe kirin hêkên ku bi rengên cihê hatine boyaxkirin li hev xistin, li meydana gund goved kirin.
Heyat Hameydoya ji Iraqê hat got ku ev cejn ji bo wan gelekî watedar e.
Ji zarokan Dildar Hameydo jî diyar kir ku her sal li gundê xwe vê cejnê pîroz dikin û got ku "Me leyîst û kêf kir. Ez cejna her kesî pîroz dikim."
Pîrozbahiyan li hêwaneke dawetê ya li navçeyê dewam kir.