Zeynep Rakipoğlu,Mücahit Türetken,Abdülkerim Güzel,Fatih Ulaş
19 Mijdar 2023•Rojanekirin: 20 Mijdar 2023
Li Stenbolê bi tesîra bahoz û baranê li hin cihên bajêr dar welgeriyan, li qada înşeatê hezaz çêbû.
Li bajêr baran û şilopeya ku ji duh va dibare û îro ber destê sibehê ji bo bîstekê vegerand berfê û her wiha ji ber bahoza gur, hin rewşên neyînî rû dan.
Ji ber bahozê li hin cihên bajêr dar welgeriyan û li qada înşeatê hezaz çêbû.
Li Karalê li ser Kolana Orgeneral Tekin Ariburun ya li Taxa Çavuşogluyê darek welgeriya ser wesayîta parqkirî. Ekîbên ku bo cihê bûyerê hatin sewqkirin dar birîn û rakirin.
Dîsa li Avcilarê jî li ser Kolana Îstîklalê darek welgeriya ser wesayîta parqkirî. Ekîbên îtfaiyeyê û yên şaredariyê yên ku bo cihê bûyerê hatin sewqkirin dar birîn û rakirin.
Her wisa li Taxa Guzeltepeya Eyupsultanê li ser Kuçeya Urfayê li cihê înşeatê hezaz çêbû. ekîbên şaredariyê dewrûbera cihê hezaz çêbû, bi şirîda ewlekariyê girtin û tedbîr sitandin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da hat diyarkirin, li hemberî rewşên neyînî yên ji ber baran û bahozê 5 hezar û 45 personel tevî 2 hezar û 104 wesayît û makîneyên kar di amadebaşiyê da ne û her wiha ji duh va midaxele li 2 hezar û 921 îxbarî hat kirin.