Şaduman Türkay,İlyas Kaçar,Zekeriye Çelik,Yasin Cingöz
18 Sibat 2026•Rojanekirin: 19 Sibat 2026
Li Stenbolê hin kuçe û kolan bi minasebeta meha remezanê hatin xemilandin û ronîkirin.
Bi hatina meha remezanê ra çanda ku bi sedan salan e berdewam dike dîsa geş bû, li mizgeftan mahya hatin daliqandin û mizgîniya meha remezanê bi roniyên reng rengî hat dayîn.
Li Stenbolê li gelek kuçe û kolanan mahyayên li ser "Bi Xêr Hatî ya Şehrî Remezan" û "Siltanê Yazdeh Mehan" nivîsandî, tevî fîgurên hîlal û qendîlan va hatin daliqandin. Her wiha li bajêr hatina meha remezanê bi awayekî estetîk hat îfadekirin.
Her wiha li bajêr ji bo çalakiyên meha remezanê hin qad hatin amadekirin da ku di seranserê mehê da lê çalakî bên kirin.