Fatih Gazioğlu
20 Mijdar 2018•Rojanekirin: 21 Mijdar 2018
SÊRT
Li Sêrtê Murat Aldemîr û Sînan Caravê esnaf bo xatirê Şeva Mewlûdê şorbe û çay dan welatiyan.
Murat Aldemîrê xwediyê xwaringeha şorbeyê got me xwest ku bo xatirê Şeva Mewlûdê xêrekê bikin û wiha axivî "Me jî got em şorbê bidin welatiyên xwe. Me qasî 800 sênîk şorbe ji bo xêra pêxember da welatiyan. Xwedê nesîb bike her sal vê xêrê emê bikin."

Miftiyê Sêrtê Ahmet Altiok jî beşdarî dayîna şorbeyê bû û wiha axivî: "Xwedê xêra van esnafan qebûl bike. Ev tiştekî gelekî baş e. Ez xêrên wisa ji hemû kesî re tewsiye dikim. Divê em her dem xêra bidin û pêxemberê xwe tu carî jî bir nekin."
Sînan Caravê xwediyê çayxaneyê jî qasî hezar şûşe çay da welatiyan.