Serhat Zafer
10 Sibat 2022•Rojanekirin: 10 Sibat 2022
Li Sêwazê ji ber berfê rêya 731 gundan hat girtin, hatin û çûyîn çênabe.
Li gor daxuyaniya Îdareya Taybet ji ber berfê rêya 731 gundan hat girtin, ji bo rê bên vekirin xebat dewam dikin.
Tîmên şaredariyê li navenda bajêr berfê paqij dikin.
Ji hêla din piştî berfê bajêr çîl spî bû, li Meydana Cumhuriyetê ya dîrokî jî dîmenên xweş derketin holê.
Bihureka Seyfebeliyê ya ku reqima wê 15453 e û ji ber berf û bagerê hatibû girtin jî hat vekrin.