Elif Irmak
07 Gulan 2020•Rojanekirin: 09 Gulan 2020
Sûlava Bekîranê ya ku li Xamura navçeya Agiriyê di nav çiyayan da ye û şikeftên dora wê di biharê da dîmenên bêhempa derxistin holê.
Sûlava Bekîranê ya li gundê Ceylanliya 6 kîlomêtro dûrî navenda navçeyê bi hatina biharê ra piştî berfa ku heliya û şiliya barî bi coş diherike.
Sûlava ku li herêmê gelekî nayê zanîn û bi kulîlkên reng bi reng pêçayiye û xweşikahiya wê ya her demsal cuda ye.
Sûlav li nav tehtên asê yên li quntara çiyayên bi berf da veşartî maye û li bendê ye ku tebîathez keşf bikin û bi xweşikahiyên xwe yên tebiî va jî gelekî balê dikşîne.
Ji welatiyên li herêmê Cenap Elem daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku sûlava ku gelekî xweşik e hem nêzî Agiriyê ye hem jî gelekî nêzî navçeya Xamurê ye.
Elem diyar kir ku divê herkes sûlavê bibîne û wiha axivî: "Sûlava ku nuwaze ye li benda ziyaretvan û keşfkirinê ye. Sûlava me gelekî nayê zanîn. yên ku vir dizanin tên û piknîkê dikin. Li dora wê şikeft hene. Mekaneke wisa ye ku divê bê dîtin û keşifkirin.
Elem behs kir ku sûlav 15 kîlomêtro dûrî Agiriyê ye û got ku "Di rê da pirsgirêk tune, hemû rê asfalt in. Em piştî vîrusa koronayê li bendê ne ku herkes bê vir."