Elif Irmak
07 Gulan 2020•Rojanekirin: 11 Gulan 2020
Yasemîn Bekkura 11 salî ya Îdlibî bi dilxwazî mamostetiya zarokên ku dibistanên wan ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatin girtin û ji ber ku têlefonên wan ên biaqil tunene nikarin ji perwerdeya ji dûrva sûd wergirin, dike. Lêbelê ji ber ku dibistana li konbajêr heta pola 5emîn perwerdeyê dide nikare perwerdeya xwe bidomîne.
Di vê pêvajoya ku zarok ji ber Kovîd-19ê ku li hemû dinyayê belav bûye ji ser têlefonên biaqil û tabletan ji dûr va perwerdeyê dibînin da zarokên konbajêr ên ku ji hêla madî va derfetên wan tunene ji vê mehrûm dimînin.
Yasemîna 11 salî ya ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed û piştgirên wê ji cî û warê xwe hat kirin dersê dide van xwendekaran.
Yasemîna xwendekara pola 5emîn daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji hînkirina xwendin û nivîsandinê hez dike.
Yasemînê got ku "Zarok ji ber vîrusa koronayê nikarin biçin dibistanê. Ji ser têlefonên biaqil dest bi perwerdeyê kirin. Têlefonên hin malbatan tuneye. Ji bo kirîna têlefonê jî pereyê wan tune. Ez dixwazim ku hînê wan bikim.
Yasemîna biçûk li ser pirsa "Dema tu mezin bibî dixwazî bibî çi?" got ku "Ez hêvî dikim ku bibim endezyar, doxtor û mamoste. Ji bo ku xaniyan çêbikim, nexweşan tedawî bikim û xwendin û nivîsandin hînî zarokan bikim."
- Bi xwe nikare biçe dibistanê
Dayik Fatma Bekkurê jî got ku pêşiyê ji Til Mennîsa gundê Îdlibê koçî Maarretmisrînê kirin, dema li gund bûn jî Yasemînê li baxçe yan jî mizgeftan ders dida zarokan.
Bekkurê da zanîn ji ber ku perwerdeya dibistana li konbajêr heta pola 5emîn e perwerdeya keça wê nîvco ma.