TUNCELÎ
Miftîtiya Bajêr ya Tunceliyê di Mizgefta Paşalar ya Navendê bernameya fitarê li dar xist.
Walî Hakan Yusuf Guner, Serdozgerê Komarê Mustafa Tarsuslu, Midûrê Ewlehiyê ya Bajêr Hayatî Yilmaz, Miftiyê Bajêr Huseyîn Yildirim, Pîrê Elewiyan Huseyîn Erdogan, midûrên hin saziyên din û gelek welatî beşdarî fitarê bûn.
Walî Guner axaftinek kir û dest nîşan kir ji ber ku li mînaka xweşbîniyê Tunceliyê bi welatiyan re hatin bal hev kêfxweş e. Guner got ku hêvidar im meha Remezanê û meha muheremê ya li pêşiya me bibin sedema zêdebûna hezkirina me. Bila muhebeta me zêde bibe. Guner çend risteyên ku qala hezkirinê dikin ya helbesta Yunus Emre xwend û got Xwedê rojiya we qebûl bike.
Piştî fitarê Pîrê Elewiyan Erdogan daxuyaniyek da rojnamevanan û dest nîşan kir ku diayên ku îro li vir tê kirin li serê çiyayekî nayên kirin. Erdogan got ku hezar car şikir ji Xwedê re ku ev diayên me yên îro li jor gundekî li serê çiyê nehat kirin. Em îro dikarin di navenda bajarekî de, li meydanekê li hewşa mizgeftekê bi giştî zikra 12 îmaman dikin. Ev yek ji bo me bextewariyek e, nîmetek e, nurek e.