Sidar Can Eren
30 Nîsan 2024•Rojanekirin: 07 Gulan 2024
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê guldexwînên bi xwe şîn dibin, dîmenên xweş derdixin holê.
Li navçeyê ji ber ku berf dihele, siruşt geş dibe û gelek herêm bi çêre, kulîlk û nebatên curbicur va dixemilin.
Li quntara Çiyayên Mercanê guldexwînan vekir.
Kesên dixwazin van kulîlkan bibînin tên herêmê û wêneyan dikşînin.
Ji geştiyaran Alî Haydar Îmre ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku Tuncelî her demsal xweş e.
Îmre got guldexwîn divê bên dîtin û wiha axivî: "Guldexwîn li her herêmê nagihêjin. Quntara Çiyayên Mercanê herêmeke gelekî xweş e. Dema em hildikişin çiyê em du demsalan bi hev ra dibînin. Ji bo dîtina guldexwînan divê meriv bi wesayîtê bê quntara çiyê. Paşê hilkişîna 10 kîlomêtroyî dest pê dike û ew jî bi tengaya 3 saetan e."