Bülent Mavzer,Günay Nuh,İlhami Erkılıç,Sidar Can Eren,Cüneyt Çelik,İdris Karaoğul
05 Sibat 2024•Rojanekirin: 06 Sibat 2024
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Tunceliyê berf barî, li Îdirê jî sir û seqem bi tesîr e.
Li Erziroma ku germahiya hewayê bi şev di bin sifirê da 10 pile hat pîvan, navenda parêzgehê bi barîna berfê ra spîçîl bû.
Li bajêr ji ber barîna berfê ra rê û peyarê qerimîn, camên wesayîtên parqkirî cemed girt, şembelûk bi baniyên avahî û kargehan va daliqîn.
Welatiyên serê sibehê çûn karê xwe, berf û cemeda li ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Her wisa li bajarên din ên herêmê yên wekî Erdexan, Qers û Tuceliyê jî sir û serma bi bandor e û berf dibare.
Li Îdirê jî li gundên raqimbilind, serma tesîreke neyînî li jiyanê dike. Li gundan şembelûkên ji 2 metreyî dirêjtir bi baniyan va daliqîn û şêniyan jî hewl dan şembelûkan bişkênin.