Türkan Tosun
04 Mijdar 2020•Rojanekirin: 07 Mijdar 2020
Hespên serberedayî yên li çiyayên Pertek û Çemîşgezeka navçeya Tunceliyê dijîn bi hatina payîzê va li xwezayê dîmenên xweş derdixin holê.
Li bajarê Tunceliyê ya ku bi xweza, dîrok û çanda xwe va dewlemend e payîzê rengê xwe yê zer nîşan da.
Hespên serberedayî yên li Newala Reşoyê ya di navbera navçeyên Pertek û Çemîşgezekê dijîn ji bo ku nebin nêçîrên gur û hirçan bi hev ra diçin avê vedixwin û bi hev ra digerin.
Ev hespên xweşik bala merivan dikşînin û welatî eleqeyê nîşanî wan didin.
Welatî Koray Kola ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand hejmara van hespan her ku diçe zêde dibe û wiha dewam kir: "Ev hesp gelemperî li Newala Reşoyê ya di navbera navçeyên Pertek û Çemîşgezekê dijîn. Biharê ber bi lûtkeya çiyayê diçin. Dema payîz tê jî dadikevin desştê û rastê. Carna tên nêzîkî gundan. Em jî tên temaşaya wan dikin. Di wêne û dîmenan da jî pir xweşik xuya dikin."