Sidar Can Eren
28 Tebax 2026•Rojanekirin: 28 Tebax 2026
Hilberînerên ku li gundên Gozeler, Havuzlu û Şahverdiya li navçeyê dijîn her sal mehên havînê pezên xwe derdixînin cihên bilind ên çiyayên Munzur û Mercanê.
Gundiyên ku li zozanan di konan da dimînin sibehê zû hişyar dibin û pezên xwe diçêrînin.
Gundiyên ku seranserê rojê çendî kîlomêtro li pey pezên xwe diçin û pezên xwe li cihên 3 hezar mêtro bilin, li mêrgan û geliyan diçêrînin.
Gundiyên ku dijî êrîşên hirçên boz, gur û çeqelan nobetê digirin rojê du caran pezên xwe tînin cihên ku lê dimînin û pezê xwe didoşin.
Gundî paşê bi wê şîrê penêr, mast û rûnê nivişk çêdikin.
Gundî piranî heta cotmehê li zozanan dimînin û qismekî adanê xwe difroşin û yên din jî ji bo xwarina xwe vediqetînin.
- "Heke seyên me nebin têkoşîna dijî heywanên kovî gelekî dijwar e"
Ji gundiyan Perîhan Çakmazê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi zergetavên ewil heywanên xwe derdixînin merayê û nîvro û êvarê jî tînin zozanê.
Çakmazê got ku keriyên xwe êvaran dixin hefşiyan û wiha axivî:
"Em sibehê radibin û bi penêr ra mijûl dibin. Paşê xwarinê çêdikin, karên li konê dikin. Li herêmê gelekî gur û hirç hene. Hin caran heywanên me dişopînin û êrîş dikin. Heke seyên me nebin têkoşîna dijî heywanên kovî gelekî zehmet e."
Hidir Çakmaz jî got ku bi germbûna hewayê ji zozanan ber bi zozanên bilindtir va derdikevin.
Çakmaz diyar kir ku herî dawî li Zozanê Kepirê ya li Çiyayên Munzurê bû û wiha axivî:
"Me heta çend sal berê ji bo derketina zozanê hesp bi kar dianî. Niha ji ber ku rêya zozanan hatiye çêkirin em bi traktorê derdikevin. Êvaran gur, hirçên boz û çeqel derdikevin û ev jî ji bo me zehmetî ye. Heke em gelekî baldar nebin dibe ku heywanên me telef bibin."
Çakmaz diyar kir ku li Çiyayên Munzurê merayên têr çêre û gelekî av heye û got ku "Li Zozanê Kepirê şîrê mihan zêde dibe û ev yek jî bandorî kalîteya penêr dike. Penêrê wir bi rûn e û tahma wê jî cuda ye."