Sidar Can Eren
17 Hezîran 2022•Rojanekirin: 18 Hezîran 2022
Li Tunceliyê li deverên asê yên ku gihayên wê bi makîne û bîçeran nayên dirûn, ji hêla tirpankêşan tên dirûn.
Li bajarê ku mêrg û çîmenên wê berfireh in, fealiyetên çandinî û heywandariyên ji fealiyetên sereke yên debara malbatan e.
Şêniyên gundên Ovacix, Pulumur, Nazimiye û Mazgîrtê her sal ji bo heywanên xwe giha û koringeyê didirûn û ceh direşînin.
Şêniyên gundan havînê giha didirûn û ji bo alifê zivistanê amade dikin.

Li deverên asê yên ku traktor nikarin biçinê, pale zend û milan ba didin, radihêjin tirpanê û dest bi dirûnê dikin.
Gihayê ku tê dirûn pêşiyê ziha dibe û dû re tapûl û xilomê wê tê kirin û her wiha tê lodkirin.
Tirpankêş Gursel Tektaş ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew havînê pereyê debara xwe bi tirpankêşiyê dabîn dike.
Tektaş bal kişand ku ew li ciyên ku traktor nikarin biçinê, dixebitin û wiha dewam kir, "Em bi qeweta zend û milan dixebitin. Pîşeyê me dijwar e, herkes nikare bike. Yek ji xala sereke ya tirpankêşiyê ew e ku tirpana mirov tûj be. Tirpanên ku em bi çakûç û sindiyan tûj dikin, baş dibirin. Em rojê 12 saetan tirpanê dikişînin."
Tirpankêş Engin Guler jî diyar kir ku ew xelkê gundê Kaplicayê yê Çata Erziromê ye û wekî karkerê demsalî di zeviyan da giha didirû û wiha got, "Ev qedera 20 salan e ez debara xwe bi vî karî dikim. Li cem me gihadirûn bi giştî di gulanê da dest pê dike û heya dawiya hezîranê didome."