Haydar Şahin
24 Adar 2021•Rojanekirin: 24 Adar 2021
Li Tunceliyê ji ber şilî û zîpikê welatî di tengasiyê da man.
Şiliya li bajêr dest bi barînê kir ber destê sibê vegerand zîpikê.
Ji ber baranê kuçe û kolan di bin avê da man, gelê bajêr û ajokaran tengasî kişandin.
Li Pulumura navçeya Tunceliyê jî lehî rabû, rêbejaya Tuncelî-Erzincanê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Rê bi herî, kevir, zinar û darên lehiyê anîn va tijî bû û xitimî, bi xebatên ekîban dîsa hat vekirin.